Serok Barzqanî û Mehmûd Ebas civiyan
Li Urdinê Serokê Kurdistanê li gel Serokê Felestînê civiya.
Di çarçoveya civînên xwe yên li gel rayedarên welatên din yên ku beşdariya forma abûriya cîhanê ya li Urdinê kirine, duh Serokê Kurdistanê birêz Mesûd Barzanî li gel Serokê Felestînê Mehmûd Ebas û heyeta pê re civiya.
Di civînê de Ebas behsa hewl û serkeftina hewldanên dîplomatîkî yên Felestînê li ser asta cîhanê yên bo pêşde birina doza Felestînê û herwiha behsa rewşa navxweyî ya Felestînê kir.
Di civînê de Serok Barzanî jî behsa rewşa siyasî û ewlekarî Îraq û deverê kir û balkêşande ser şerê dijî terorîstên DIŞIê û serkeftinên hêzên pêşmerge yên li hember terorîstan jî bo Ebas şîrove kir.
Di dawiya civînê de her du alî tekez li ser bihêztir kirina peywendiyên navbera Kurdistan û Felestînê kirin.
