• Wednesday, 18 February 2026
logo

Di navbera PKK û PDK-Îyê de alozî

Di navbera PKK û PDK-Îyê de alozî
Yekîneyeke Partiya Demokrata Kurdistanê li Îranê (PDK-Î) li ser sînorê Başûrê Kurdistanê û Rijhilatê Kurdistanê li herêma Keleşînê ji aliyê gerîlayên PKKê ve ji duhî ve hatiye dorpeçkirin.

Li gorî agahiyên Rûdawê 15 rojên yekîneya PDK-Îyê li Keleşînê bicih bûye û çend caran di navbera wan û PKKê de kêşe derketiye û gerîlayan ji wan xwestiye ku ji herêmê herin.

Hat zanîn PDK-Î dixwaze li herêmê baragehekê ava bike, lê PKK ji wan re bûye astengî û ji wan re gotiyê bê destûra wan hûn nikarin tevbigerin û hûn nikarin çalakiyên çekdarî pêk bînin.

Herwiha çavkaniyên ji herêmê jî da zanîn ku PDK-Î ji ya xwe neçûye paş û wê xwestiye li wê derê baragehekê ava bike û ji ber vê sedemê jî 3 caran alozî di navbera wan û PKKê de derketiye.

Hat ragihandin Komîteya Navenda PDK-Î derbarê vê mijarê de vê êvarê civînek pêk anî.

Rudaw
Top