Nivîskarên Kurd û Tirk piştgîriya peyama Serok Barzanî dikin
Hijmareke nivîskarên Kurd û Tirk piştgîriya peyama Serok Barzanî dikin.
Di peyama wan de hatiye: “Ji bo serxwebûna Kurdîstanê em li pişta te ne”. Her wisa hatiye jî ku, di beyanameya cenabê Kak Mesûd Barzanî ya ku di derbarê mijara serxwebûna Kurdistanê de, dilê hemû niştîmanperweran xweş kiriye.
Duh hejmareke nivîskarên navdarên welatê Tirkiyê û Bakûrê Kurdistanê peyameke piştgîriyê ji serokê Kurdistanê re nivîsandine û amade kirine ku jê re bişînin.
Di peyama wan de hatiye: “Ji bo serxwebûna Kurdîstanê em li pişta te ne”. Her wisa hatiye jî ku, di beyanameya cenabê Kak Mesûd Barzanî ya ku di derbarê mijara serxwebûna Kurdistanê de, dilê hemû niştîmanperweran xweş kirîye.
Belê serok Barzanî çi gotiye? “Ez amade me hemû pêşhatekê bigrime stûyê xwe dema ragihandina dewleta Kurdistanê, lê aliyên siyasî piştgiriyê bikin û di dema her arîşeyekê de muzayedeyê nekin.Heger hûn bi min re bin û piştgiriyê bikin, pirsgirêkên navbera xwe çareserbikin, ez amade me ku serxwebûnê rabighînim.”
