• Wednesday, 18 February 2026
logo

YPG: Tişta ku PKK dixwaze em naxwazin

YPG: Tişta ku PKK dixwaze em naxwazin

YPG dibêje ew beşekin ji Sûriyayê û navxwazin ji Sûriyayê cuda bibin.

Yekîneyên Parastina Gel (YPG), ku baskê çekarî yê Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) ye li Rojavayê Kurdistanê, ragihand ku ew li Sûriyê Kurdistaneke xweser naxwazin. YPGê her wiha diyar kir ku ew ne mîna PKKê ne.

Berpirsê pêwendiyên derve yê YPGê Ebû Revan di hevpevînekê de digel televîzyona Al Jazeera Turk, got, em beşek ji gelê Sûriyê ne û em naxwazin ji Sûriyê cuda bin çimkî şert û mercên erdîngarî û belavbûna nifûsê rêya vê yekê nade.
Top