• Wednesday, 18 February 2026
logo

Serok Barzanî û Şahê Urdinê civiyan

Serok Barzanî û Şahê Urdinê civiyan
Li ser vexwendina fermî ya rêzdar Şah Abdullah Paşayê Urdinê Serok Barzanî li gel şandekî roja pênçşemê 21.05.2015 gihîşt Ammana paytexta Şahnişîna Urdinê û li Firokxaneya Navdewletiya wî bajarî ji aliyê Emîr Feysel Bin Husên birayê Paşayê Urdinê û hejmarek ji berpirsên welatê Urdinê ve hatin pêşwazî kirin.

Li çarçêweya vê serdanê da rêzdar Şah Abdullah Padişahê Urdinê li Koşka Paşayetî pêşwaziya Serok Barzanî û şanda li gel kir.

Li kombûnê da tîşk xistin li ser rewşa siyasî û emniya navçeyê bi giştî û Iraq û rûdawên vê dawiyê ya parêzgeha Enbar bi taybetî û her wiha danustandina bîr û ramanên di derbarê çawayiya rûbirûbûna hereşeyên terorîstên Da'îş kirin. Li beşekî dinê vê hevdîtinê de peywendiyên di navbera Herêma Kurdistan û Urdinê xistin ber behs û tekez li ser berfirehtir kirina peywendiyên di navbera her dû aliyan kirin. Hêjayî gotinêye Serok Barzanî û şanda li gel ji bo firavînê jî mîhvanê Padîşahê Urdinê bûn.

Biryare roja înê 22.05.2015 Serok Barzanî beşdariya Korbenda Aboriya Cîhanî li Deryaya Mirî ya welatê Urdinê dibe.

Top