• Wednesday, 18 February 2026
logo

Sûriye - Bajarê dîrokî yê Tedmurê ket destê çekdarên DAIŞê

Sûriye - Bajarê dîrokî yê Tedmurê ket destê çekdarên DAIŞê
Çekdarên DAIŞê dest danîn ser piraniya bajarê kevnar ê Tedmur (Palmîra) yê girêdayî parêzgeha Humsê ya Sûriyê.

Li gor televizyona fermî ya Sûriyê, hêzên artêşê û çekdarên alîgirên wan piştî ku sivîl ji Tedmurê derxistin, ji wî bajarî vekişiyan û tevahiya bajêr ket destê DAIŞê.

Çalakvanên Sûriyê ragihandin ku jibilî zindana Tedmurê û avahiya îsxtibarata leşekerî, ti cihekî din li nav bajêr di destê artêşa Sûriyê de nemaye.

Rêveberê giştî yê mûze û şûnwaran li Sûriyê, Meimûn Ebdilkerîm jî bang li artêşa Sûriyê, opozîsyon û civaka navdewletî kir ku bajarê kevnar ê Tedmurê rizgar bikin.

Ebdilkerîm diyar kir ku bi sedan peykerên dîrokî ji Tedmurê hatine veguhestin, lê hîn gellek şûnwarên din li bajêr mane û rastî gefa têkdanê tên.

Herwiha UNISCO jî daxwaz kir ku şerê Tedmurê demlidest bê rawestandin.

Baarê Tedmurê dikeve navbera bajarê Dêrezor û Şama paytexta Sûriyê.

Rudaw
Top