• Wednesday, 18 February 2026
logo

Mesrûr Barzanî daxwazek pêşkêşî civaka cîhanî dike

Mesrûr Barzanî daxwazek pêşkêşî civaka cîhanî dike

Mesrûr Barzanî û Franck Becker civiyan.

Duh Şêwermendê civata ewlekariya Kurdistanê birêz Mesrûr Barzanî pêşwaziya Konsulusê Berîtanyayê yê li Bexdayê Franck Becker û heyeteke pê re kir ku ji hijmareke Şêwermendên warê ewlekarî û bazirganî pêk hatibû.

Di hevdîtinê de piştî ku rewşa Kurdistanê û şerê li di jî DIŞIê li her yek ji Iraq û Sûriyê hat gotûbêjkirin, Mesrûr Barzanî tekez li ser pêwîstiya piştevaniya leşkerî bêhtir ji bo Kurdistanê ji aliyê civaka cîhanî ve kir û ragihand ku, ji bo ku Pêşmerge karibin bihêlin terorîstên DIŞIê paşve birevin û bên şikandin, pêwîste civaka cîhanî rasterast daxwazên Kurdistanê cîhbicîh bike.

Ji aliyê xwe ve Konsulusê Berîtanyayê yê li Bexdayê jî tekez li ser berdewamiya piştîvaniya hikûmeta welatê wî bo hêzên Pêşmergeyên Kurdistanê kir û amaje bi wê yekê jî kir ku, Pêşmerge ne tenê pişveçûna DIŞIê rawestand belku şikandinek mezin jî bi ser wan de anîn û navçeyek mezin jî ji wan paqij kirin, lewma ew hêjayî hemî piştîvaniya cîhanî ne.

Di beşekî din de ji hevdîtinê de Konsulusê Berîtanyayê behsa peywendiyên dostane di navbera Kurdistan û Berîtanyayê de kir û tekez li ser bihêztir kirina peywendiyên han yên ku dikevin xizmeta gelê Kurd û gelê Berîtanyayê kir.
Top