• Wednesday, 18 February 2026
logo

Hakimê berê yê New Yorkê: Bila Amerîka alîkariya Pêşmerge bike

Hakimê berê yê New Yorkê: Bila Amerîka alîkariya Pêşmerge bike
Hakimê berê yê New Yorkê George Patakî ji hikûmeta Amerîkayê xwest, di şerê DAIŞê de alîkariya hêzên Pêşmerge bike.

Li gorî nûçeya CNN, George Pataîk diyar kir ku şerê DAIŞê şerê Amerîkayê ye çimkî DAIŞ li ser ewlehiya Amerîka û jiyana amerîkiyan tehdîd e û wiha axivî: “Bila ti kes nebêje grûpên radîkal ji me dûr in. Ma êrişên 11ê Îlonê (2001) ji bîra we çûne?”

Hakimê berê yê New Yorkê bang li hikûmeta Amerîkayê kir bi hemû hêza xwe li DAIŞê bide û wê rêxistinê ji nav bibe û wiha got: “Pêwîst nake em ji bo avakirina demokrasiyê li Iraqê bi milyaran dolar xerc bikin û bi hezaran serbazên xwe bişînin belkû divê em hêza xwe ji bo nehîştina DAIŞê bişînin wir.”

Patakî her wiha ji Washingtonê xwest, di şerê DAIŞê de alîkariya hêzên Pêşmerge bike.

Rudaw
Top