• Wednesday, 18 February 2026
logo

Tirkiye dixwaze konsulxaneyên xwe li Kerkûk û Besrayê veke

Tirkiye dixwaze konsulxaneyên xwe li Kerkûk û Besrayê veke
Tirkiyê daxwaz ji Iraqê kir, rê bide wî welatî da ku konsulxaneya xwe li her du bajarên Kerkûk û Besrayê veke.

Ew daxwaza han di civîna balyozê Tirkiyê yê li Iraqê Farûk Kaymakçî ligel Wezîrê Derve yê Iraqê Îbrahîm Ceiferî de hat kirin.

Ofîsa çapemeniyê ya Wezîrê Derve yê Iraqê di daxuyaniyeke de ragihandiye, di civîna navbera Îbrahîm Ceiferî û balyozê Tirkiyê de, parastina berjewndiyên her du welatan û rewşa ewlehiya Iraqê mijarên serekî yên civînê bûne.

Li gor wê daxuyaniyê, di civînê de Ceiferî gotiye, niha Iraq pêdivî bi alîkariya tev welatên cîhanê û cîranan heye, da ku ji aliyê leşekerî ve alîkariya Iraqê bikin, ji bo ku artêş û hêzên ewlehiyê yên wî welatî bikarin şerê DAIŞê bikin û bi ser wan de bi ser kevin.

Di daxuyaniyê de her wiha hatiye gotin, ku balyozê Tirkiyê daxwaz ji Wezîrê Derve yê Iraqê kiriye ku Bexda razî bibe Tirkiye konsulxaneyên xwe li her du bajarên Kerkûk û Besrayê veke.

rudaw
Top