• Wednesday, 18 February 2026
logo

Serok Barzanî pêşwaziya Balyozê Brîtanya li Iraqê kir

Serok Barzanî pêşwaziya Balyozê Brîtanya li Iraqê kir
Duh çarşem 20.05.2015 li Selahedîn birêz Mesûd Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê pêşwaziya Frank Bakêr Balyozê Brîtanya li Iraq û şandekî li gel kir.

Li kombûnê da behsa serdana Serok Barzanî û şanda li gel ya Amerîka kirin û rewşa siyasî û emniya Iraqê û hereşeyên terorîstên Da'îş û her wiha sedemên ketina bajarê Rumadî û derencamên wê xistin ber behs û guftûgoyan.

Li beşekî dinê vê hevdîtinê de peywendiyên di navbera Hewlêr û Bexda û paşaroja Herêma Kurdistanê hate nirxandin û tekez jî li ser hemahengî û berfirehtir kirina peywendiyên di navbera Herêma Kurdistan û Brîtanyayê kirin.

Top