• Wednesday, 18 February 2026
logo

Qamişlo – Navendeke leşkerî ya YPGê rastî êrişa xwekujî hat

Qamişlo – Navendeke leşkerî ya YPGê rastî êrişa xwekujî hat
Li bajarokê Çilaxa yê girêdayî parêzgeha Hesekê ya Rojavayê Kurdistanê, êrişeke xwekujî pêk hat û di encamê de 2 pasewan birîndar bûn. Rêveberekî asayişê jî dibêje, xwekuj welatiyê Erebistana Siûdî ye.

Peyamnêrê Rûdawê li nêzîkî Çilaxa ragihand ku 2 çekdaran îro êrişî navenda leşkeriya bi zorê ya bajarokê Çilaxa kirin.

Li gorî peyamnêrê Rûdawê, di êrişê de çekdarekî li pêşiya navenda leşkeriya bi zorê xwe teqand û di encamê de 2 nobedarên wê navendê birîndar bûn.

Peyamnêrê Rûdawê diyar kir ku çekdarê din reviyaye û niha hêzên asayişê li nav bajêr li wî digerin.

Bi gotina peyamnêrê Rûdawê, ji ber wê êrişa xwekujî, hêzên asayişê li Çilaxa ketine alarmê û bazar jî bi temamî hatiye girtin.

Peyamnêrê Rûdawê li ser zarê berpirsekî asayişa Çilaxa got ku çekarê ku xwe teqandiye nasnameyeke Siûdî pê re hebûye.

Navenda leşkeriya bi zorê ya bajarokê Çilaxa dikeve ser rêya giştî ya bajêr.

Rudaw
Top