C.N.K Birca Diyarbekirê bi wêneya Barzanî dixemilîne
Piştî ku BasNewsê yekemîn gotina Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî piştî vegera wî ji Amerîka belav kir, C.N.K di bin sêya wê gotinê de piştgiriya xwe bo “ragihandina serxwebûna Kurdistanî” bi çalakî anî ziman.
Pêr, 18ê Gulanê, Serok Barzanî ligel aliyên siyasî yên Herêma Kurdistanê civiya bû, di civînê de encamên serdana xwe ya bo Amerîka û çend welatên Ewropî ragihand.
Çavkaniyeke beşdarî civînê ji BasNewê re gotibû ku “Ger piştgirî hebe, amade me niha serxwebûna Kurdistanê ragihînim.”
Basnews
