Leşkeriya neçar li Efrînê dest pê kir
Serokê Desteya Berevaniyê ya Xweser li Efrînê Ebdo Brahîm, di daxuyaniyekê de ragihand ji îro pê ve dest bi leşkeriya neçar li Efrînê tê kirin û got divê her xortek tevlî leşkeriya neçar bibe.
Birahîm anî ziman ew yasaya leşkeriya neçar li ser tevahiya partiyan û erebên li Efrînê ferz e û wiha domand: “Kampên perwerdekirinê hemû hatine amadekirin û kesên ku nifûsa wan li ser Efrînê hatîn tomarkirin divê were leşkeriya neçar bike.”
Mijara leşkeriya neçar cihê nakokiyên di navbera herdu aliyên ENKS û TEV-DEMê de bû.
Beriya niha serkirdeyê El-Wehdê li Efrînê Reşîd Şaban, ragihandibû gelek xort ji ber leşkeriya neçar koçber bûne.
Rudaw
