• Wednesday, 18 February 2026
logo

YNK û Goran dijî avakirina “herêma serbixwe” li Kerkûkê ne

YNK û Goran dijî avakirina “herêma serbixwe” li Kerkûkê ne
Berpirsên YNK û Tevgera Goranê diyar dikin ku ew li dijî wê yekê ne ku Kerkûk bibe herêmeke serbixwe, berpirsekî YNK jî tekez dike “Kerkûk yek ji bajarên Herêma Kurdistanê ye.”


Li gor nûçeyeka malpera BasNews, Necmedîn Kerîm parêzgarê (waliyê) Kerkûkê di serdana xwe ya bo Amerîkayê de ku maweyek berî encam dabû, dosyeya “herêmeke serbixwe” bo Kerkûkê ligel rayedarên WîlayetênYekgirtiyên Amerîkayê gotûbêj kiriye.

Li gor heman kêderê, di vê derbarê de Endamê Polîtboruya Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) Rifet Ebdulla ji govareke kurdî ya Başûrê Kurdistanê re, ku duh 18ê Gulanê hatiye weşandin, ragihandiye, ku pirsa serxwebûna Kerkûkê “ne nêrîna YNKê ye” û wiha berdewam kir: “Gelek zelal û aşkere ye ku Kerkûk yek ji bajarên Herêma Kurdistanê ye û bi ti awayekê ew (YNK) ne ligel wê yekê de ne ku bibe herêmeke serbixwe.”

Rifet Ebdulla tekez kir jî ku, her kesek ku behsa serxwebûna Kerkûkê bike “ew nêrîna wî ya kesî ye.”

Derbarê heman pirsê de, Serokê Civata Niştimanî ya Tevgera Goranê Reûf Osman ji heman govarê re ragihandiye ku, ew jî “ne ligel” serxwebûna Kerûkê ne.

Reûf Osman got jî ku “Ew ligel wê yekê ne ku Kerkûk vegere ser bi Herêma Kurdistanê ve.”
Top