• Wednesday, 18 February 2026
logo

Şanda Îmraliyê: KCK ragihandiye egerAK Partî gavekê bihavêje em amade ne kongreyê pêk bînin

Şanda Îmraliyê: KCK ragihandiye egerAK Partî gavekê bihavêje em amade ne kongreyê pêk bînin
Şanda Îmraliyê piştî hevdîtina bi rayedarên KCKê re diyar kir, heger hikûmet di mijara “pêvajoya çareseriyê” de gavek pratîk bavêje ew amade ne kongreya çekdanînê pêk bînin.


Şanda Îmraliyê piştî ku li Qendîlê bi rayedarên KCKê re hevdîtin pêk anî, li Amedê civîneke çapemeniyê li dar xistin. Daxuyaniya şandê ji aliyê parlamenterê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) û Endamê Şanda Îmraliyê Idrîs Baluken ve hat xwendin.

Idrîs Balukan wiha got: “Rayedarên KCKê ragihandin ku di demeke wan amadekarî ji bo kongreyê dikirin de, ji ber helwesta Serokomar Erdogan û hikûmeta AK Partiyê wan xebatên kongreyê sekinandine û gotine ku eger di mijarên hatine destnîşankirin de hikûmet gavekê biavêje ew amade ne rojek piştre kongreyê pêk bînin.”

Balûken diyar kir ku pêvajoya çareseriyê ya 2 sal û nîv e tê meşandin ji bo veguhere aştiyeke mayînde, gihîştibû qonaxeke girîng.

Baluken anî ziman wan xwestine bi Abdullah Ocalan re hevdîtinê bikin, lê heta niha bersiveke erênî ji wan re nehatiye dayîn û got:

"Em weke heyeta Îmraliyê, di serî de HDP, DBP, KCD, HDK, KJA û tevgera xwe ya ciwanan bi hemû sazî û pêkhateyên xwe re diyar dikin ku em vê rewşê ti carî qebûl nakin, tecrîdê bi tundî û nefretê şermezar dikin. Em tînin bîra hikûmeta AKPê ku di mijara mercên Ocalan de gelê kurd, hêzên demokrasiyê yên li Tirkiyeyê û alîgirên aştiyê gelekî hesas in. Meşandina tecrîdê, berdana benzînê bi ser agir e."

Baluken wiha domand: "Em weke şanda Îmraliyê bangê li gelê xwe, hêzên demokrasiyê, rêxistinên civakî yên sivîl û rêxistinên girseyî yên demokratîk dikin ku xwedî li pêvajoya bêçalakîtiyê derkevin. Di vê mijarê de em careke din dixwazin bibîr bînin ku divê lêgerînên şer ên hikûmeta AKPê werin bidawîkirin û AKP ji bo aştiyeke mayînde ya dikeve ser milê xwe bicih bîne.”
Top