• Wednesday, 18 February 2026
logo

ENKS endamên ku derkiribûn, vegerandin rêzên xwe

ENKS endamên ku derkiribûn, vegerandin rêzên xwe
ENKS her du endamên xwe yên ku berî niha derkiribûn, carek din wan tevlî civînên xwe dike, rewşa çend partiyên din jî gotûbêj dike.

Civîna Encûmena Niştimanî ya Kurd li Sûriyê (ENKS) ku duh, 19ê Gulanê, li Qamişlo destpêkiribû, îro jî berdewam dike û çendîn mijarên girîng gotûbêj dike û hin biryarên civînê jî aşkere bûne.

Yek ji biryarên civîna ENKS ew bû ku, nûnerên her du partiyên “Partiya Yekîtiya Kurd li Sûriyê (Wihde) û Partiya Demokrata Kurd li Sûriyê (elpartî)” carek din tevlî civînê bûn, piştî ku berî niha bi birayar ENKS hatibûn derkirin.

Derkirina her du partiyên navborî ji rêzên ENKS, piştî wê yekê hat ku her duyan berovajî rêkeftina endamên çarçoveya navborî, di hilbijartinên Lêvegera Siyasî ya Kurd de, dengê xwe dabûn nûnerên Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM), lewma ENKS biryara derkirina wan dabû.

Ji aliyek din ve, Endamê Sekretariya Giştî ya ENKS Enter Neisan ji malpereke kurdî ya Rojavayê Kurdistanê re ragihand ku, derbarê partiyên din ên ku dixwazin tevlî ENKS bibin, wan “komîteyek” ji bo biryardan li ser rewşa wan partiyan “pêkaniye.”

Li gor ku Neisan diyar kiriye, ENKS “biyar da” ku her du partiyên (Partiya Çep a Demokratîk û Partiya Çep a Kurdustanî) wek yek endamî qebûl bike.

Herwiha rêjeya jinana di nava ENKS de kir ji sedî 10 û ya xortan jî kir ji sedî 12.

Basnews
Top