• Wednesday, 18 February 2026
logo

Heseke; Şervanên YPGê 170 çekdarên DAIŞê kuştin

Heseke; Şervanên YPGê 170 çekdarên DAIŞê kuştin
Li gorî rewangeha Sûriyê ya mafên mirova di 48 seetên derbasbûyî de bêhtir ji 170 çekdarên DAIŞê li gundewarên bajrê Hesekê.

Di operasyonekê de Yekîneyên Parastina Gel (YPG) li gel Hêza Senadîd û Şervanên Siryanî û bi piştevaniya firokeyên Hevpeymaniya Navdewletî bêhtir ji 170 çekdarên DAIŞê li gundewarên rojavayê Hesekê kuştin û şervanên Kurd gihan qiraxa ciyatê Ebdul Ezîz û alaya YPG li ser hildan.

Herwiha hat ragihandin ku hejmarek mezin ji çek û teqmeniyên DAIŞê ketin dest şervanên YPGê, piştî ku 20 gund li rojavayê Hesekê ji çekdarên DAIŞê hatin rizgarkirin û niha di bin kontirola YPGê de ne.
Top