60 hezar çekdarên şîe li nav Bexdayê bi cî bûne
Komîteya Ewlehiyê di Encumena Parêzgeha Bexdayê ragihand, Asayiş û ewlehiya bajarê Bexdayê bi temamî parastiye û piştî pêşhatên dawî li parêzgeha Enbarê tu gef li ser wî bajêrî çênebûye.
Endamê Komîteya Ewlehiyê di Encumena Parêzgeha Bexdayê, Sead Metlebî di daxuyaniyeke rojnamevanî de ragihand: “Hinek şirovekar û pisporên şer dibêjin, metirsî li ser Bexdayê heye lewma Hikûmeta Iraqê hêza bi navê (B) şand parêzgeha Enbarê, lê ev yek ne rast e ji ber ku 60 hezar çekdarên Heşdul Şeibî li nava Bexdayê ne.”
Sead Metlebî wiha got: “Tenê % 5ê hêza Heşdul Şeibî bo bajarê Rumadî hatine veguhestin û % 95 ji wan li nava Bexdayê asayiş û ewlehiyê diparêzin.”
Çekdarên rêxistina DAIŞê di çend rojên borî de li parêzgeha Enabarê pêşve çûn û karîn bajarê Rumadî kontrol bikin.
Kesê yekemîn û “xelîfeyê dewleta îslamî” yê DAIŞê Ebûbekir Bexdayî îdia kir ku piştî girtina bajarê Rumadî dê Bexda û Kerbelayê jî bigirin.
Rêxistina DAIŞê îro vîdyoyek belav kiriye ku tê de dengê Ebûbekir Bexdadî jî hatiye tomarkirin. Bexdadî behsa şerê Rumadî û girtina wî bajarî ji aliyê DAIŞê ve dike û dibêje, piştî Rumadî dora Bexda û Kerbelayê ye.
Rudaw
