“Li Şengalê 2000 çekdarên DAIŞ’ê hatine kuştin”
Berpirsê Eniya Şingalê Izedîn Sindî îro, 19’ê Gulanê, ji heftenameya Bas re ragihand ku, ji bo rêgirîkirin û astengkirina êrîşên Pêşmergeyên Kurdistanê, endamên DAIŞ’ê li Şengalê “mijûlên kolandina toneleke dirêj in.”
Izedîn Sindî diyar kir ku roj bi roj êrîşên çekdarên DAIŞ’ê “kêm” dibe, wê yekê jî bo du sedeman vedigreîne “Sedema yekem ewe ku, li gor zanyariyên me, niha bi mebesta pêşgirtin li Pêşmergeyan, çekdarên DAIŞê mijûlên kolandina toneleke dirêj in (…). Sedema duyem jî ewe ku xendeq kolandine û naylon û petrol li rûberekê rijandine, ev jî ji bo ku rêgiriyê li pêşdeçûnên Pêşmergeyan bikin û nehêlin ku firokeyên şer bi hûrî bighin armancên xwe.”
Ji aliyê xwe ve, Feramndarê Pêşmergeyên Êzdî, Mehma Xelîl ji Bas re ragihand ku “Şingal bo DAIŞê ji hemû eniyên din girîngtir e, ew jî bi sedema nêzîkbûna wê ji Sûriyê, hevdem daku berjewendiyên xwe yên aborî biparêze.”
Derbarê hejmara kuştiyên DAIŞ’ê de Mehma Xelîl got: “Li gor zanyariyên îstixbaratî, di 8 mehên borî de nêzîk 2 hezar çekdarên DAIŞ li Şingalê hatine kuştin.”
Navborî amaje bi wê yekê jî kir ku, di wê heyamê de çekdarên DAIŞê “500” êrîş kirine ser pêgehên Pêşmergeyan, lê hemû hatin pûçkirin.
Basnews
