• Wednesday, 18 February 2026
logo

Bexdadî: Piştî Rumadî dora Kerbela û Bexdayê ye

Bexdadî: Piştî Rumadî dora Kerbela û Bexdayê ye
Kesê yekemîn û “xelîfeyê dewleta îslamî” yê DAIŞê Ebûbekir Bexdayî îdia kir ku piştî girtina bajarê Rumadî dê Bexda û Kerbelayê jî bigirin.

Rêxistina DAIŞê îro vîdyoyek belav kiriye ku tê de dengê Ebûbekir Bexdadî jî hatiye tomarkirin. Bexdadî behsa şerê Rumadî û girtina wî bajarî ji aliyê DAIŞê ve dike û dibêje, piştî Rumadî dora Bexda û Kerbelayê ye.


Dengê Bexdadî di demekî tê belavkirin ku medyaya erebî û cîhanî behsa birîndarbûna wî dikin.

Kerbela bajarekî girîng ê şîeyên Iraq û cîhanê ye.

Dê wê vîdyoyê de her wiha tê dîtin ku çekdarên DAIŞê dest danîne ser sazî û avahiyên hikûmetê û li nav bajêr de belav bûne.

Tê gotin girtina Rumadî ji aliyê DAIŞê ve duyemîn serkeftina wê rêxistina radîkal piştî Mûsilê ye.

Rumadî navenda parêzgeha Enbarê ya Iraqê ye ku 110 km dûrî Bexdayê ye.

Rudaw
Top