• Wednesday, 18 February 2026
logo

Serok Barzanî li gel Fermandeyên mîhwerên rûbirûbûna terorîstan civiya

Serok Barzanî li gel Fermandeyên mîhwerên rûbirûbûna terorîstan civiya
Roja dûşem 18.05.2015 li Selahedîn birêz Mesûd Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê û birêz Kosret Resul Cîgirê Serokê Herêma Kurdistanê serpereştiya kombûna Fermandeyên mîhwerên rûbirûbûna terorîstan kirin.

Li vê civînê de ku bi amadebûna Cîgirê Serokê Encûmena Wezîran, Wezîrên Pêşmerge, Navxo, Tendirustî û Avadankirina Hikûmeta Herêma Kurdistanê birêveçû, bi xulekek rawestana ji bo rêzgirtina li giyanê pakê şehîdên Kurdistanê û şehîdên şerê dijî terorîstan destpêkir û amadebûyan hêviya başbûna birîndarên şerê Da'îşê xwest û xweragirî û qehremaniya hêzên Pêşmergeyên Kurdistanê li beranber terorîstan bilind nirxand.

Li vê hevdîtinê de Serok Barzanî tîşk xiste li serdana xwe ya Amerîka û welatên Ewrupa û tekez li wê yekê kir ku Serok û berpirsên cîhanê bi rêz û pêzanînê ve temaşa qehremaniya Pêşmerge dikin û ji bo wan Pêşmergeyên canê xwe gorî kirine û şehîd bûne serxweşiyê jî li gelê Kurdistanê kirin û destxweşiyê li serkeftinên hêzên Pêşmergeyên Kurdistanê kirin.

Li beşekî dinê civînê de Fermandeyên meydaniyên hêzên Pêşmergeyên Kurdistanê behsa rewşa bereyan û jiyan û guzeraniya Pêşmerge û pêdiviyên hêzên Pêşmergeyên Kurdistanê kirin û têbînî û pêşniyarên xwe ya ji bo baştirkirina rewşa Pêşmerge û bereyên şer xistin rû. Her li vê kombûnê da Cîgirê Serok û Wezîrên Hikûmeta Herêma Kurdistanê soza wê yekê dan ku kar ji bo nehiştina kêmasiyên hêzên Pêşmergeyên Kurdistanê bikin û piştgîriya xwe ya tevahî jî ji bo hêzên Pêşmerge û malbatên şehîd û Pêşmergeyan û her wiha çareserkirina birîndarên şerê terorîstan dûpatkirin.

Top