• Wednesday, 18 February 2026
logo

Grûpek Terorîstî li Hewlêrê hate girtin

Grûpek Terorîstî li Hewlêrê hate girtin
Di daxuyaniyekê de, Encumena Asayişa Herêma Kurdistanê ragihand, ku hêzên wan grûpeke terorîstî ya ser bi grûpa terorîstiya DAIŞê ve ji nav biirye. Li gor ewê daxuyaniyê hatiye ragihandin, ku ew grûpa “terorîstî” ji “6 terorîstan” pêkhatiye û her 6 kes jî rûniştvanên Hewlêrê ne.


Di daxuyaniya Encumena Asayişa Herêma Kurdistanê de hatiye, ku di çaçoweya operasiyonên sîxorî yên Encumena Asayişa Herêma Kurdistanê de, hat karîn ku grûpeke terorîstî ya DAIŞê bihê girtin û hemû pilanên wan bihên pûçkirin.

Di daxuyaniyê de hatiye ku her 6 ´´terorîstên´´ bi navê ´´Agrîn Ebdulla Hemed, Mihemed Cinkî Osman Qadir, Karmend Ebdulla Hemed Bapîr, Helmet Ebdulla, Mihemed Emîn Ebdulla û Hawrê Mizefer Bîrpal.´´ li wê yekê mukir hatine ku wan ´´bi rêya kesên tundrew li mizgeftan li ser hizra tundrewî hatiye perwerdekirin û piştire peywendî bi grûpa terorîstî ya DAIŞê ve girêdane.´´

Ew grûpa terorîstî ji aliyê DAIŞê ve daxwaz lê hatiye kirin, ku karên terorîstî li bajarê Hewlêrê encam bidin, bo evê mebestê ew grûp 18 bomb amade kirine û çend cihên sivîl û giştî jî destnîşan kiriye bo encamdana kirdarên terorîstî û têkdana rewşa tenahî ya Kurdistanî.

Daxuyanî wiha berdewam dike: “Dezgehên ser bi Encumena Asayişa Herêma Kurdistanê ve, bi çavekî vekirî û berî ku ew grûpa terorîstî planên xwe yên qirêj cîbicî bikin, girtin û dest danîne ser tevaya madeyên teqîner.”

Di dawiya daxuyaniya xwe de, Encumena Asayişa Herêma Kurdistanê supasiya xelkê Herêma Kurdistanê kiriye û tekez kiriye ku xelkê Kurdistanê berdewam hevka rû piştevanê dezgehên ewlehiyê bûne. Herwiha daxuyanî dibêje, ku kesûkarên hindek ji ewan terorîstan, di ewê operasiyonê de hevkariya dezgehên ewlehiyê kirine.

Encumena Asayişa Herêma Kurdistanê herwiha daxwaz ji aliyên perwerdeyî, olî û malbatan kiriye ku hewleke cidî û gişt alî bidin bo hişyar kirina xortan û parastina wan ji ewê bîra tundrewî û terorîstî ku li navçeyê belav bûye û tekez kiriye ku rol û erkê zana û mamostayên ola Îslamê div î bareyê de gelek girîng û pêwîste da ku ji aliyê hizrî ve rûbirûyê bîra tudrewî bihê rawestandin.
Top