• Wednesday, 18 February 2026
logo

Di avahiyên HDPê de teqîn çêbû

Di avahiyên HDPê de teqîn çêbû
Li bajarên Endene û Mersînê yên Tirkiyê, di avahiyên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) teqîn çêbûn, di bûyeran de 3 kes birîndar bûn.

Îro derdora saet 10:00 li bajarên Edene û Mersînê di nav avahiyên HDPê de teqîn çêbûn.

Rêveberê Asayişa Mersînê Rahîm Baştûg ragihand, di xwaringeha avahiya HDPê de teqîn çêbûye lê ti kes ji ber wê bûyerê nemiriye.

Hat gotin ku di wê saetê de li avahiya HDPê ya Edeneyê jî teqîn çêbûye û hinek kes birîndar bûne û 3 kes birîndar bûne ku yek ji wan Berpirsê HDPê li navçeya Seyhanê ye. Hat gotin ku rewşa birîndaran baş e.

Li gorî agahiyên ku ji aliyê HDPê ve hatine ragihandin, di avahiya HDPê ya Edeneyê de pakêtek ku bi rêya kargoyê hatiye şandin û tê de gul hebûye, teqiyaye. Li avahiya Mersînê jî pakêta ku duh hatibû şandin û tê de gul hebû, teqiyaye.

Biryar bû Hevserokê HDPê Selahedîn Demîrtaş îro li Mersînê tevlî mîtînga partiya xwe biba.

Rudaw
Top