• Wednesday, 18 February 2026
logo

Barzanî encamên serdana xwe ya bo Amerîka aşkere dike

Barzanî encamên serdana xwe ya bo Amerîka aşkere dike
Serokê Herêm Kurdistanê ligel aliyên siyasî dicive, encamên serfana Amerîka û çend welatên Ewropî mijarên civînê ne.

Li gor zanyariyên BasNewsê, dê civîm îro, 18ê Gulanê, danê berî nîvro li havînhewara Pîrmamê Serokê Herêma Kurdistanê ligel aliyên siyasî yên Kurdistanê birêve biçe.

Endamê Serkirdatiya Komela Islamî ya Kurdistanê Şiwan Raber taybet ragihand ku “Berî çûna xwe bo Amerîka, Barzanî soz dabû ku piştî vegera bo Başûrê Kurdistanê, dê encamên civîna xwe ligel berpirsên Amerîka, Hungrariya û Çîkê ji aliyan re behis bike.”

Roja 03.05.2015an, Barzanî û şandeke pile bilind a Hikûmeta Herêma Kurdistanê bi geştekê ber bi derveyî welat ve birêketibûn, destpêkê li Amerîka ligel serokê wî welatî Barack Obama û rayedarên din, piştire li Hungariya û Çîke jî çendîn civîn û hevdîtin pêkanîbûn.

basnews
Top