Li Îtaliya Îmze bo sexwebûna Kurdistanê tên komkirin.
Berpirsê rêxistina (Em Kurdin)) li Îtaliya Ragihand ku, rêxistina me bi fermî li Îtaliya tê naskirin û muhlet jî girtiye û li vî welateî piştevaniyek mezin ji bo pirsa kurd heye û di çalakiyên xwede em dê îmzeyan ji bo serxwebûna Kurdistanê kom bikin.
Berpirsê rêxistina (Em Kurdin) “Dilzar Rizgar Xeylanî” ragihand: “Ev nêzîkî 7 salin ku rêxistina me hatiye damezirandin û yekem car me li gel parêzgarê bajarê Împêrya pêşwazî li şanda Kurdî kir û got jî: “Mebesta me ji avakirina vê rêxistinê beydabûna peywendiyeke baş di navbera Îtaliya û Herêma Kurdistanê de ye”
Berpirsê rêxistina (Em Kurdin) amaje bi wê jî kir ku, di heyamê bê de ew ji bo serdanekê vedgere Herêma Kurdistanê û li gel aliyên siyasiyên Kurdistanê dicive û got jî: “Li welatê Îtaliya piştevaniyek baş ji bo rêxistina me û ji bo pirsa Kurdî bi giştî heye û di hilmetekê ji bo komkirina Îmzeyan derbarê serxwebûna Kurdistanê xelkên Îtaliya bi başî alîkar bûn û piştevaniya dewleta serbixwe ya Kurdî kirin”
Dilzar Rizgar amaje bi wê yekê jî kir ku, pêwîste keltûr û dîroka kurdî bêhtir li welatê Îtaliya bê naskirin û vekirina navendek hunerî û dîrokî li Îtalya pêwîstiyek mezine û got jî: “Ez bihêvî me ku Herêma Kurdistanê alîkara me bike ji bo vê armancê”
Basnews
