• Wednesday, 18 February 2026
logo

Li Romadî 503 kes hatine kuştin

Li Romadî 503 kes hatine kuştin

Terorîstên DIŞIê li Romadî 503 kes kuştin.

Di vê derbarê de endamê civata parêzgeha Enbarê Henan Cebarî ragehand ku terorîstên DIŞIê beriya du rojan êrîşeke berfire bo ser bajarê Romadî pêk anîne û di dema ew êrîşa han de terorîstên DIŞIê komkujiyeke gelek mezin di navenda vê bajarê de pêk anîne.

Cebarî eşkere kir ku terorîstên DIŞIê di navenda bajarê Romadî de 503 kes ku piraniya wan leşker û polîsên kuştine.

Cebarî herwiha eşkere kir ku artêşa Îraqê heta niha weke pêwîst hevkariya xelkê Romadî nekiriye lewre terorîstên DIŞIê jî hîna di nava bajarê Romadî dene û heta niha zêdetir ji sedî 90ê vê bajarê dagîr kirine.
Top