• Wednesday, 18 February 2026
logo

DAIŞ bi rêyeke nû derbasî Ewropa dibe

DAIŞ bi rêyeke nû derbasî Ewropa dibe
Berpirsên Lîbyayê hişiyarî didin ku, rêxitsina DAIŞê bi rêya “keştiyên penaxwaza” çekdarên xwe dişîne Ewropayê, da ku “karên terorî” encam bidin.

Li gor ku îro, 17ê Gulanê, di medyayê de hatiye belavkirin, hêzên taybet ên Brîtaniya xwe amade dikin da ku hêzeke deryayî bişînin berava Lîbiyayê, daku keştiyên ku ji bo veguhestina penaxwazan bi Ewropayê tên bikaranîn “ji nav bibin.”

Ev tedbîrên han ji aliyê Brîtaniya ve piştî wê yekê tên ku çend berpirsên Lîbyayî ragihandine ku, rêxistina Dewleta Islamî ya radîkla (DAIŞ) bi çekdarên xwe di nav penaxwazan de dişîne Ewropayê.

Li gor raporteke BBC, Şêwirmendê Hikûmeta Lîbyayê Ebdulbasit Harûn ragihandiye ku, qaçaxçî çekdarên DAIŞê di nava keştiyên penaxwazan diveşêrn.

Serokê Desteya Giştî a Ragihandin û Kiltur û Şûnwarên Lîbiyayê Omer Hisên Qwêrî jî, hişiyarî ji gehiştina çekdarên DAIŞê bi rêy keştiyên biqaçaxbirina penaxwazn bo Ewrpa û Îtalayê daye.

Li gor amarên Neteweyên Yekbûyî, îsal nêzîk 60 hezar penaxwaz bi rêya Deryaya Spî gehiştina Ewropayê.

Herwiha sibe Duşemê jî, dê wezîrên derve yên Yekîtiya Ewrpa civîneke “yekalîker” ji bo egera ecnamdana operasyonên ezmanî û deryayî li dijî “qaçaxçiyên mirovan” li Lîbyayê, li darbixin.

basnews
Top