Hikûmeta Iraqê li ser kirîza Hewlêr û Bexdayê dicive
Amanc Rehîm ji Rûdawê re got, hikûmeta Iraqê dê roja sêşemê (19ê vê mehê) bicive û li ser kirîz û nakokiyên Hewlêr û Bexdayê gotûbêj bike.
Rehîm diyar kir ku di civînê de Wezîrê Darayî yê Iraqê Hoşyar Zêbarî dê behsa nakokiyên Hewlêr û Bexdayê bike û got, eger di wê civînê de ti biryarek bi sûda Herêma Kurdistanê neyê dayîn şandeke hikûmeta Kurdistanê dê serdana Bexdayê bike.
Sekreterê Encumena Wezîran anî ziman ku Serokwezîr Nêçîrvan Barzanî di hevdîtina digel Wezîrê Petrola Iraqê Adil Ebdulmehdî de behsa dilgiraniya Hewlêrê kiribû û wiha got: “Wezîrê petrola Iraqê jî gotibû, Kurdistanê di meha Nîsanê de pişka pêwîst a petrolê şandiye.”
Serokê Parlamentoyê Yûsif Mihemed û Serokwezîr Nêçîrvan Barzanî roja 14ê Gulana îsal ragihandin, eger Bexda rêkeftina petrolê ya Hewlêr û Bexdayê bicîh nehîne Hewlêr dê rêyek din bide pêşiya xwe.
Hikûmeta Iraqê bi hêceta ku Herêma Kurdistanê petrol kêm şandiye, bûdceya meha Nîsanê kêm şandibû ev jî bibû sedema nerazîbûna Hewlêrê.
Rudaw
