• Wednesday, 18 February 2026
logo

Li Sine peykera “Pêşmergeyê Misilman” hat danîn

Li Sine peykera “Pêşmergeyê Misilman” hat danîn
Li bajarê Sine yê Rojhilatê Kurdistanê, peykera pasdarekî kurd ku wek “pêşmergeyê misilman” hatiye binavkirin, hat danîn.


Li Rojhilatê Kurdistanê, ew kesên ku tevlî hêzên Besîc (milîs) û Pasdaran ên Îranê dibin dibin ji aliyê dewletê ve wek “pêşmergeyên misilman” tên binavkirin.


Ev çend roj in li bajarê Sine konferansek bi navê “Konferansa Pêşmergeyên Misilman” tê sazkirin, konferans dê sibê xilas bibe.


Îro jî li Meydana Zeferiye ya bajarê Sine peykera “Pêşmergeyê Misilman” hat danîn. Perdeya li ser wê peykerê dê sibê bi merasimeke fermî were rakirin.

Rudaw
Top