• Wednesday, 18 February 2026
logo

Aldar Xelîl: Serxwebûna Başûr karek navxweyî ye

Aldar Xelîl: Serxwebûna Başûr karek navxweyî ye
Aldar Xelîl pirsa serxwebûna Başûrê Kurdistanê bi “pirsek navxweyî” dide zanîn, aşkere dike jî ku TEV-DEM ligel De Mistura civiya ye.

Endamê Konseya Rêveberê ya Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM) Aldar Xelîl di hevpeyvînekê de ligel malpereke kurdî de diyar kir ku felsefeya wan “Jiyan e” û got: “Dema ku Başûrê Kurdistanê biryara serxwebûn bide, ew dê rêz li bijara wan bigrin.”

Derbarê serdana Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî bi Amerîka û çend welatên din ên ewropî û gerimbûna mijara serxwebûna Kurdistanê, Aldar Xelîl got: “Em dibînin ku karê siyasî yê Başûrê Kurdistanê û têkilî û serxwebûna wê, karek navxweyî ye, divê gelê Başûrê Kurdistanê birayar xwe bide, her biryarekê jî bistîne, em dê rêz lê bigrin.”

Xelîl bi dûr jî da zanîn ku ew daxwaza serxwebûna Rojavayê Kurdistanê bike û wiha berdewam kir: “Em pêngaveke wiha li Rojavayê Kurdistanê na avêjin, belku em dixwazin ku sînor li Rojhilata Navîn bên rakirin, rêbaz û xebata me cudaye ji sîstema ku niha li Rojhilata Navîn heye.”

Derbarê gotûbêjên şêwirî di navbera aliyên mixalefeta Sûriyê û Şandeyê Navdewletî yê Taybet li wî welatî Staffan De Mistura, ku li Cenêvê birêve diçin, Aldar Xelîl amadebûna TEV-DEMê bo beşdarîkirin di her gavekê de ku çareseriyeke siyasî bo krîza Sûriyê anî ziman.

Xelîl aşkere kir jî ku, berî niha civînek di navbera TEV-DEM û De Misurta de pêkhatibû, di civînê de navborî bi fermî TEV-DEM bo “beşdarîkirina di kongreyê Cenêv-3 de vexwend.”

Basnews
Top