• Wednesday, 18 February 2026
logo

Encumena Nûnerên Amerîka biryarek bi dilê Pêşmerge da!

Encumena Nûnerên Amerîka biryarek bi dilê Pêşmerge da!
Encumena Nûnerên Amerîkayê ji Barack Obama xwest, pişka çek û alîkariyên Pêşmerge yekser bişîne Hewlêrê.

Encumena Nûnerên Amerîkayê, ku beşek ji Kongreya wî welatî ye, duh (15ê Gulanê) qanûna bûdceya 2016ê a Amerîkayê pesend kir.

Di qanûna bûdceyê de pêşniyara Serokê Amerîkayê Barack Obama ya alîkarîkirina artêşa Iraqê jî hatiye pesendkirin. Obama pêşniyar kiribû 715 milyon dolar alîkariya artêşa Iraqê were kirin.

Lê Encumena Nûnerên Amerîka bi mercekî ew pêşniyar pesend kiriye ku %25ê wê alîkariyê yekser bigihîje destê hêzên Pêşmerge û çekdarên sunnî yên Iraqê û pişka din jî bimîne heta ku Pentagon û Wezareta Derve ya Amerîkayê piştrast bin ku hikûmeta Iraqê mercên Amerîka ji bo pêkanîna hikûmetek berfireh bicîh aniye, paşê were parvekirin.

Di wê qanûnê de hatiye gotin ku eger hikûmeta Iraqê nekare mercên Amerîka yên ji bo pêkanîna hikûmetek berfireh bicîh bîne %60ê wê alîkariyê dê dîsa radestî Pêşmerge û hêzên sunnî were kirin.

Qanûna ku duh ji aliyê Encumena Nûneran ve hat pesendkirin, ji aliyê Lêjneya Karûbarên Leşkerî ya Kongreya Amerîkayê ve hatibû pesendkirin. Ev jî bibû sedema nerazbûna Bexdayê û wek “hewla parçekirina Iraqê” hatibû nirxandin.

Rudaw
Top