• Wednesday, 18 February 2026
logo

A&G: Ji derveyê Tirkiyeyê bo 2 partiyan deng nînin

A&G: Ji derveyê Tirkiyeyê bo 2 partiyan deng nînin
Rêvebirê şirketa lêkolînê yê A&Gê Adil Gur dibêje welatiyên ji derveyê Tirkiyeyê dê ji sedî 50 dengên xwe bidin AK Partiyê û ji sedî 20 jî bidin HDPê.

Adil Gur derbarê welatiyên ji derveyê Tirkiyeyê yên ku hilbijartinên 7ê Hezîranê de dengan bide daxuyaniyek da.

Gur îdia kir ku welatiyên ji derveyê Tirkiyeyê dê ji sedî 50 dengên xwe bidin AK Partiyê û ji sedî 20 jî bidin Partiya Demokratîk a Gelan (HDP).

Gur wiha got: “Dengên ji dervayê Tirkiyeyê bên dayîn dê bandorek mezin li encama hilbijartinên 7ê Heziranê bike. Li gorî dengên ji derveyî Tirkiyeyê bên dayîn AK Partî dê bi serê xwe bibe desthilatdar an jî nebe û herwiha çarenivîsa HDPê ya derbasbûna benda hilbijartinan jî girêdayî wan dengan e.”

Herwiha Gur anî ziman, heger rêjaya kesên ji derveyê Tirkiyeyê dengên xwe bidin zêde be, dibe ku ji sedê 1 dengên AK Partiyê bilind bibe.

Rêvebirê şirketa lêkolînê yê A&Gê amaje kir ku HDPê hêvî dike ku ji derveyê Tirkiyeyê 400 hezar dengan bistîne û wiha domand: “Ev hejmar jî dibe beranberê ji sedî 20 dengên ji derveyê Tirkiyeyê.”

Ji bo CHP û MHPê deng nînin

Gur wiha got: “Her çiqasî CHP û MHPê bixwaze dengên xwe yên berê bistînin jî lê piraniyên welatiyên ji derveyê Tirkiyeyê dê berê xwe bidin AK Partî û HDPê.”

Rudaw
Top