Cîgirê Sedam: Dewlet mafê kurdan e
Îzet Brahîm Ebû Dûrî ku meha berê hatibû kuştin, axaftinek a wî ya tomar kirî di înternetê de hat weşandin. Dûrî dibêje, gelek guhertinên li Iraqê bên kirin.
Îzet Brahîm Ebû Dûrî eşkere dike ji sedî 90 bajarê Enbarê di bin kontrola DAIŞê de ye û Îran piştevaniya milîsên Heşdul Şeibî dike.
Durî derbarê Iraqê de jî wiha dibêje: “Gelê kurd heye. Mafê kurdanê ku dewletê ava bikin.”
Cîgirê Sedam Hisên wiha gotiye: “Ramanên DAIŞê û Beasê ji hev gelekî cudan e. DAIŞê ji bo rejîma Beasê dibêje `kafir`. Lê Beas gelekî ji DAIŞê çêtir bû. Ji ber ku ya DAIŞê kirî ti kesê nekeiriye.”
Îzet Brahîm Ebû Dûrî 17ê Nîsanê li rojhilatê Tikrîtê di şerî navbera DAIŞê û Artêşa Iraqê de hatibû kuştin.
Wêneyên termê Ebû Dûrî ji aliyê rêvebiriya Bexdayê ve hatibûn weşandin.
Ebû Dûrî Artêşa Neqşîbendî avakiribû hevkarî ligel rêxistina DAIŞê kiribû. Lê paşê dubendî di navbera wan derketibû û pevçûnan wan dest pê kiribû.
Rudaw
