Ji sedî 20 parlementerên Tirkiyeyê dê kurd bin
Tirkiye dê di hilbijartina 7ê Hezîranê de parlamenterên xwe hilbijêre. Ger HDP ji bendê derbas bike jî û neke jî parlamenterên AK Partî û CHP'ê jî tê de, çav li rê ye parlamentoya Tirkiyeyê ji sedî 20 ji parlamenterên kurd pêk bê.
Di nava vê tabloyê de pirsa herî mezin ev e? Gelo parlamenterên kurd li ser çareserkirina pirsgirêka kurd dê bikaribin bibin yek an na?
Hiquqnas Emîn Aktar derbarê vê mijar de ji Rûdawê re wiha got:
“Ger serokên partiyên siyasî helwestek ji bo yekitiye nîşan bide, parlamenter jî dikarin heman helwestê nîşan bidin. Ger serokên partiyan helwesteke wisa nîşan nedin parlamenter nikarin. Çend parlamenterên kurd bibin yek û li ser kurdan tiştekî bikin, bi neteweperweriyê re bên tawanbar kirin.”
Çavdêrên siyasî dibêjin ji bo yekitiya parlamenterên kurd divê HDP roleke erênî bilîze û li hemberî parlamenterên din ên kurd jî zimaneke nerm bi kar bîne.
Şîrovekarê siyasî Şah Îsmaîl Bedîrhanoglu wiha got:
“Di roja îroyîn de divê kurd ne tenê li parlamentoya Tirkiyeyê li her derê ji bo berjewendiyên kurdan, ji bo berjewendiyên gelê xwe bibin yek. Pêşengiya vê yekitiyê jî HDP dikare bike. Lê ji bo vê jî divê HDP li hemberî kurdên di partiyên din de zimanekî nerm û nazik bi kar bîne.”
Di serdema borî de ji AK Partiyê 72 parlamenterên kurd hebûn û 35 parlamenter jî yên HDPê bûn. Ji CHP'ê jî nêzî 10 parlamenterên kurd hebûn. Lê dema pirsgirêka kurd dihate rojevê, helwestên wan hemûyan cuda bûn.
rudaw
