• Wednesday, 18 February 2026
logo

Bexdadî îslam ola şer e ne ya aştiyê ye

Bexdadî îslam ola şer e ne ya aştiyê ye
Xelîfeyê rêxistina DAIŞê, Ebû Bekir Bexdadî, ragihand ku ola îslamê ne ola aştiyê ye, lê belê ola şer e, ji ber ku di quranê de tenê carekê behsa rojiyê hatiye kirin, lê gellek caran behsa şer û cîharê hatiye kirin.

Ebû Bekir Bexdadî, di girtiyeke dengî nû de, ku duhî li ser rûpelên Facebookê yên alîgirên DAIŞê hatiye belavkirin, bi tundî êriş dike ser desthilatên Erebistana Siûdiyê û mela û bangxwazên erebên sunnî, ku bûne sedema koçberbûna xelkên sunnî bo navçeyên şîe û kurdan.

Bedadî di beşeke mezin ji gotara xwe de, daxwaz ji misilmanan dike ku berê xwe bidin navçeyên di bin destê DAIŞê û dibêje: “Ola îslamê ne ola aştiyê ye, lê belê ola şer e, ji ber ku di quranê de tenê carekê behsa rojiyê hatiye kirin, lê gellek caran behsa şer û cîharê hatiye kirin.”

Xelîfeyê DAIŞê di gotara xwe de êriş dike ser hevpeymaniya erebî li dijî çekdarên Hûsî li Yemanê û dibêje, ew ne xwediyê şer in û ti metirsiya wan li ser sunneyan tune ye.

Bexdadî jibilî ku gefa kontrolkirina Bexda, Kerbela, Sîna û Şamê û çend cihên din dike, herwiha amaje bi metrisiya li ser bajarê Reqe û Heleb dike beriya metirsiya li ser Mûsilê, ku bi gotina wî “neyar û dijmin” xwe kom dikin bi mebesta êrişê li ser DAIŞê.

Herwiha di dawiyagotara xwe de, behsa dîlên xwe jî kir û got: “Em we ji bîr nakin.”

Ev peyama Bexdadî di demekê de ye ku hatibû belavkirin, beriya çend mehan ew birîndar bibû û ji ber birîna xwe nema kare rabe, herwiha hinek ji dezgehên ragihandinê behsa wê yekê dikirin ku kesekî cihê wî jî girtiye.

Rudaw
Top