Rojeva Hewlêra paytext germ e: Bexda çima wisa dike!
Wezîrê Nefta Iraqê Adil Ebdulmehdî ku duh hat Hewlêrê dê îro bi Serokwezîr Nêçîrvan Barzanî re hevdîtin bike.
Peyamnêrê Rûdawê Hêvîdar Ehmed ragihand, Barzanî û Ebdulmehdî dê li ser nakokiyên Hewlêr û Bexdayê li ser firotina petrolê û kêmkirina bûdceya Kurdistanê ji aliyê hikûmeta Iraqê ve gotûbêj bikin.
Hêvîdar Ehmed da zanîn, Nêçîrvan Barzanî beriya civîna Ebdulmehdî dê tevlî civîna Encumena Bilind a Petrol û Gazê ya Hikûmetê û lêjneyên Darayî û Neft û Gazê yên Parlamentoya Kurdistanê bibe.
Li ser naveroka civîna hikûmet û parlamentoyê jî Ehmed got, di wê civînê de jî dê li ser nakokiyên navbera Hewlêr û Bexdayê û çawaniya çareserkirina kirîza bûdce û petrolê were axaftin.
Rayedarên Herêma Kurdistanê dibêjin, Bexda rêkeftina petrolê ya ku di navbera her du aliyan de hatiye îmzekirin, bicîh nahîne û pereyê petrola Kurdistanê bi temamî naşîne.
Serokwezîr Nêçîrvan Barzanî duh di civîna parlamenter û wezîrên kurd di parlamento û hikûmeta Iraqê de gotibû, eger Bexda rêkeftinê bicîh nehîne wê çaxê emê jî rêyên din bidin pêşiya xwe.
Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî jî gotibû, eger Bexda li ser wê helwesta xwe rijd be Kurdistan dê bixwe nefta xwe bifroşe.
Rudaw
