• Wednesday, 18 February 2026
logo

Hacî Mehmûd: Dema wê hatiye em dewleta kurdî ava bikin

Hacî Mehmûd: Dema wê hatiye em dewleta kurdî ava bikin
Sekreterê Partiya Sosyalîst a Demokrat a Kurdistanê (PSDK) Mihemed Hacî Mehmûd diyar kir ku mercên avakirina dewleta kurdî niha ji her demekî din zêdetir amade ne.

Sekreterê PSDKê Mihemed Hacî Mehmûd li ser serxwebûna Kurdistanê ji Rûdawê re got, niha ji hemû demekî din şert û merc ji bo avakirina dewleta kurdî baştir in çimkî him welatê kurdan heye him aboriya wan heye him jî Pêşmerge heye.

Mihemed Hacî Mehmûd her wiha diyar kir ku heta niha zêdetirî 22 welatên cîhanê gotine eger kurd dewleta xwe ava bikin dê wê dewletê bi fermî nas bikin.

Wî siyasetmedarê Başûrê Kurdistanê ku di şerê DAIŞê de fermandehiya Pêşmerge jî dike, li ser rewşa şer jî got, rewşa eniyên şer pir baş e û hêzên Pêşmerge gellek dever xistine bin kontrola xwe.

Rudaw
Top