• Wednesday, 18 February 2026
logo

“5” çekdarên Boko Haram li Mûsilê hatin kuştin

“5” çekdarên Boko Haram li Mûsilê hatin kuştin
Li rojhilatê bajarê Mûsilê “5” çekdarên grûpa Boko Haram ji aliyê grûpeke çekdar ve hatin kuştin.

Berpirsê ragihandina liqa 14 a Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) Seîm Memuzînî îro, 13ê Gulanê, taybet ji BasNewsê re ragihad ku, grûpa “Gencên Serbixwe yên Mûislê” êrîş li hejmarek ji çekdarên Boko Haram li taxa Dergizlî ya rojhilatê Mûsilê kirin.

Memuzînî diyar kir ku, ji encama wê êrîşê “5” çekdarên Boko Haram hatin kuştin.

Di vê dema dawiyê de, rêxitisna Dewleta Islamî ya radîkal (DAIŞ) çend çekdarên grûpa Boko Haram anîn nav rêzên xwe û li ser çen û teqemeniyan ew perwerde kirine. Ev yekemîn car e jî ku çekdarên wê grûpê li Mûsilê tên kuştin.

Boko Haram grûpeke “terorîstî” ya hevşêweyê DAIŞê ye û bi dehan kirdarên tundrewî li Neyjîryayê encam dane, berî niha jî dilsoziya xwe bi xelîfeyê DAIŞê ragihandibû.

Basnews
Top