• Wednesday, 18 February 2026
logo

Ebadî pereyên Kurdistanê ji balafirgehê vegerand

Ebadî pereyên Kurdistanê ji balafirgehê vegerand
Sekreterê Encumena Wezîran a Herêma Kurdistanê Amanc Rehîm ragihand ku, ew pereyên ku Bexda ji Hewlêrê re şand, Serokwezîrê Iraqê Heyder Ebadî dixwest nîvê wê ji Balafirgeha Bexdayê vegerîne, lê piştre razî bû ku tenê % 10an vegerînin.

Li gorî Wezareta çavkaniyên Xwezayî ya hikûmeta Herêma Kurdistanê, Hewlêrê meha borî rojane 551 hezar û 47 bermîl petrol ji Bexdayê re hinarde dikir, lê Wezareta Petrolê ya Iraqê dibêje ew hemû petrol wernegirtiye. Lê hinek çavkanî dibêjin, Hikûmeta Iraqê nikarîbû hemû petrola ku Kurdistanê jê re hinardekiriye bifroşe, lewma dibêje Kurdistanê petrol kêm şandiye.

Hewlêr û Bexdayê li hev kiribûn ku, Herêma Kurdistanê rojane 550 hezar bermîl petrol ji Bexdayê re hinarde bike û Bexda jî % 17 ji budceya Iraqê bide Herêma Kurdistanê. Hewlêr dibêje ev rojane 550 hezar bermîlan dişînin lê Bexda pereyan yan naşîne yan jî pir kêm dişne lewma em mûçeyê fermanberên xwe nadin.

Tevî ku, li gorî amarên Wezareta Çavkaniyên Xwezayî ya Kurdistanê, Hewlêr ji rêjeya ku li ser li hev kiribûn (550 hezar bermîl) zêdetr petrolê dişîne, lê Ebadî razînebûye ku vê mehê 1 trilyon û 200 milyar dolarî ji Herêma Kurdistanê re bişîne û tenê razî bû li ser şandina 543 milyar dînar ji Hewlêrê re.

Sekreterê Encumena Wezîran a Herêma Kurdistanê Amanc Rehîm ji Rûdawê re ragihand: “Dema ku pere (543 milyar dînar) gihîştin Balafirgeha Bexdayê, Ebdaî telefon ji Wezareta Darayî re kir, ku nîvê wan pereyan ji balafirgehê vegerînin û hemûyî ji Hewlêrê re neşînin. Piştre ji ber Wezareta Darayî ku Wezîrê wê Hoşyar Zêbarî ye, razî bû ku tenê % 10 ji wan pereyan were vegerandin.”

Ji aliyê xwe ve, Cîgirê Wezîrê Darayî yê Hikûmeta Iraqê, Fazil Nebî ji Rûdawê re ragihand: “Ji ber Hoşyar Zêbarî, Serokwezîrê Iraqê Heyder Ebadî razî bû ne nîvê pereyan ji balafirgehê vegerînin û tenê 488 milyar dînar ji Kurdistanê re bên şandin.”

Rudaw
Top