Barzanî: Gellek welat amade ne
Barzanî di daxuyaniyeke taybet de ji Rûdawê re ragihand ku gellek welat wek Mecaristanê piştgiriya serxwebûna Kurdistanê dikin û wiha got: “Gellek welat piştevaniya wê yekê dikin ku, gelê Kurdistanê bi xwe biryarê li ser çarenivîsa xwe bide.”
Barzanî piştî civîna xwe ya ligel serokomarê Çîkê, ji Rûdawê re got, wan di vê serdana xwe de ji tiştê ku pêşbînî dikirin zêdetir bi dest xistin.
Derbarê helwesta Mecaristanê li ser serxwebûna Kurdistanê de, Barzanî diyar kir ku gellek dewelt piştgiriya gelê kurd dikin ji bo ku biryarê li ser çarenivîsiya xwe bide.
Serokwezîrê Mecaristanê, Vîktor Orban di civîna xwe ya duh ligel Serokê Herêma Kurdistanê de piştgiriya xwe ji bo serxwebûna Kurdistanê anîbû ziman û ragihandibû ku ew piştgiriya hewlên serxwebûna Kurdistanê dikin.
Roja 3yê vê mehê, Barzanî ligel şandekê ber bi Amerîka ve bi rê ket û piştî Amerîka çû Mecaristanê û niha jî li Komara Çekê ye. Ev hevpeyvîna Rûdawê ligel Barzanî li paytexta wî welatî Prag hat pêk anîn.
Rûdaw: Gelo tişta ku we çaverê dikir, we bi dest anî?
Barzanî: Bi awayekî giştî serdana me serkeftî bû û di serdana me de ji tiştê ku me pêşbînî dikir zêdetir bi dest xist.
Rûdaw: Gelo we pêşbînî dikir ku Serokwezîrê Mecaristanê bi wî awayî piştevaniya biryara pêşeroja Kurdistanê kiriba?
Gellek ji wan welat hene ku wiha amade ne, ku piştevaniya biryara gelê Kurdistanê bikin, lewma wexta xwe jî me got bila em referandûmê bikin, da ku gelê Kurdistanê biryara xwe bide. Gellek dost wê yekê bi mafekî sirûştî dizanin.
Rûdaw: Ti welatekî piştevaniya xwe ji were eşkere kir?
Gellek welat xwedî heman helwest in, lê çawa eşkere dikin û çilo dibêjin, dibe ku boneyeke bi wî awayî hebe heta ku helwesta xwe nîşan bidin. Ew dibêjin, em piştevaniya biryara gelê kurd dikin, derbarê çarenivîsa wî, ku ew yek tiştekî pir sirûştî ye.
Rûdaw: Niha hûn li Komara Çek in. Çek û Slovakya bi awayekî pir aştiyane ji hev cuda bûne. Gelo baweriya wan bi wê yekê tê ku Herêma Kurdistanê jî ji Iraqê cuda bibe?
Ezmûna Çek û Slovakya pir serkeftî û zindû ye, ku wê yekê pêşan dide, ku ne yekîtiya bi zorê û ne jî jihevcudabûna bi zorê serdigire, lewma ez di wê baweriyê de me ku ezmûna Çek û Slovakya pir baş e û em dikarin gellek sûdê jê werbigirin.
Rûdaw: Dibêjin armanca serdana wê bo Komara Çek û Mecaristanê bo daxwaza çekan e bo Hêzên Pêşmerge, ev yek rast e?
Herdu welat di çarçoveya wan welatan de ne ku di şerê li dijî DAIŞê alîkariya Pêşmerge dikin. Bêguman yek ji armancên me yên sereke ji vê serdanê ku alîkariyên zêdetir bidin Hêzên Pêşmerge di şerê DAIŞê de.
Rûdaw: Soz dan?
Belê, amadebûna xwe nîşan dan.
Rûdaw: Gellek caran welatên rojava û hûn jî dibêjin, Pêşmerge li şûna hemû cîhanê şer dike. Gelo we ew yek li cem Amerîka, Mecaristan û Komara Çek dît?
Bêguman rêz û hurmetekî pir pir ji Pêşmerge re digirin û hemû ew aliyên ku li Amerîka û Ewropayê me ew dîtin, hemû gellekî gellekî pesnê Pêşmerge dikirin û amadebûna xwe bo piştgiriya Pêşmarge nîşan didan û hemû dibêjin, Hêzên Pêşmerge li şûna cîhana azad şer dikin.
Rûdaw: Me bihîst ku serokê Çek destxweşî li Pêşmerge kir û pir rêz û spasiya wî ji wan re hebû, çawa spasî ji we re ragihand?
Rast e, bi awayekî gerim pêşwazî li me kir. Gellekî rêz ji me re girt. Pir pesnê Pêşmerge û kurdan didin. Diyar bû ku gellekî kêfa wî ji pirsa gelê me re dihat.
Rûdaw: Revandina jinên kurdên êzîdî bû mijara gotûbêjên we li Amerîka û Ewropayê?
Bêguman, ew mijarekî pir pir girîng e û me ji hemûyan re zelal kir, ku em bi ti awayî wan kekên ku ew tawan pêk anîne, efû nakin. Cihê dilxweşiyê ye ku dezgehên me karîne heta niha 1200 jin û zarokan ji wan rizgar bikin û bi hêviya xwedê wê yên din jî werin rizgarkirin.
Rûdaw: We di gotûbêjên xwe de behsa rewşa niha ya xelkê Rojavayê Kurdistanê kir?
Bêguman pirsa Kobanî yek bû ji mijaran, ku xelkê dizanîn ku Hêzên Pêşmerge çi rolek li Kobanî dîtin. Herwiha behsa Rojava hat kirin û me ji wan re got, ku heta ji destê wan bê kêmasiyê nekin û alîkariya xuşk û birayên me bikin.
Rûdaw: Li Amerîka, we ew yek bi dest anî ku we pêşbînî dikir?
Belê, min li wir jî got û niah jî dûbare dikim, ku di vê serdana xwe de ji tiştê ku me pêşbînî dikir zêdetir bi dest xist.
Rûdaw: Xelk pir çaverê encama vê serdanê ne, bi çi nûçeyekê hûnê vegerin Kurdistanê?
Bi hêviya xwedê bi nûçeyên xweş. Emê ji xelkê Kurdistanê re rabighînin ku me çi bi dest anî.
