• Wednesday, 18 February 2026
logo

Hikûmeta Kurdistanê 6 xwendevanên Turkiman û Xiristiyan dişîne dervî welat

Hikûmeta Kurdistanê 6 xwendevanên Turkiman û Xiristiyan dişîne dervî welat
Wezareta Perwerdeya Hikûmeta Herêma Kurdistanê 6 kursiyên xwendina bilind di warên cuda de ji bo her du neteweyên Turkuman û Xiristiyanan re peydakiriye.

Di 2 agahdariyên cuda de her du Rêveberiyên fêrkirina Turkimanî û Rêveberiya Fêrkirina Xiristiyanan di Wezareta Perwerdeya Herêma Kurdistanê de peydakirina 6 kursiyên xwendina bilind (Dektora û Master) li dervî welat tekez kirin.

Divê ji bo xwendina master divê pileya xwendevan ji 65% ne kêmtirbe û temenê wî jî ne zêdeyî 45 salan be, herwiha ji bo xwendina dektora divê pileya xwendekar 70% û bêhtir be û temnê wî jî ne zêdeyî 50 salî be û pêşkêşkirina dîkomentan jî ji aliyê xwendekaran wê berdewam bike heta 21 meha bê.

Basnews
Top