• Wednesday, 18 February 2026
logo

“Obama: Dostekî din ê Amerîka mîna kurdan tine”

“Obama: Dostekî din ê Amerîka mîna kurdan tine”
Alîkarê Serwezîrê Herêma Kurdistanê Qubat Talebanî got, Serokê Amerîkayê Barack Obama gotiye li Iraq û Rojhilata Navîn dostekî din ê Amerîka yê mîna kurdan tine.

Qubat Talebanî di civîna îro ya Encumena Wezîran de li ser serdana Barzanî ya Amarîka agahî da ku Serok Obama gellek pesnê Pêşmege daye û gotiye, li Iraq û Rojhilata Navîn de dostekî din ê Amerîka yê mîna kurdan tine.

Talebanî eşkere kir ku siyaseta Amerîka li hemberî Kurdistanê pir hatiye guhertin wiha got:

“Di vê serdanê de Serok Herêma Kurdistanê deriyekî mezin ji bo Herêma Kurdistanê vekir. Ew pêşwaziya ku li Amerîkayê li Barzanî û şanda pê re hat kirin li ti serokê herêmeke federal yan jî serokê kantonekî nehatiye kirin.”

Barzanî 3ê Gulanê çûbû Amerîkayê û bi Obama û Cigirê wî Joe Biden re hevdîtinek pêk anîbû.

Rudaw
Top