Serokomarê Çêkê: Pêşmerge hêza şikandina DAIŞê ye
Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî di çarçoveya serdana xwe ya Ewropayê de îro li paytext Pragê bi Serokomarê Çêkê Mîloş Zeman re hevdîtin pêk anî.
Piştî hevdîtinê ku derdora saetekê ajot, berdevkê Serokomariya Çêkê li ser naveroka hevdîtinê agahî da û ragihand, Barzanî di civînê de ji Serokomar Zeman daxwaza alîkariyên leşkerî û çekên pêşketî kiriye û Zeman jî qebûl kiriye û gotiye, Çêk amade ye alîkariya Pêşmerge bike.
Berdevkê serokomariyê her wiha diyar kir ku Zeman ji ber mêrxasiya Pêşmerge di şerê DAIŞê de spasiya Barzanî û Herêma Kurdistanê kiriye û ji Barzanî re gotiye “Tu qehremanê Kurdisanê yî”.
Wî rayedarê dewleta Çêkê her wiha got ku Serokomar Mîloş Zeman ji Barzanî re gotiye Çêk dê di şerê DAIŞê de alîkariya Kurdistanê bike û ji bo fêrkirina Pêşmerge pisporan bişîne.
Li gorî agahiyên berdevkê serokomariyê, Barzanî û Mîloş li ser pêwendiyên aborî yên her du welatan jî gotûbêj kirine lê herî zêde li ser şer û çawaniya alîkariyên leşkerî qise kirine.
Rudaw
