• Wednesday, 18 February 2026
logo

PJAKê kuştina efserekî kurd ê Îranê girt ser xwe

PJAKê kuştina efserekî kurd ê Îranê girt ser xwe
Partiya Jiyana Azad a Kurdistanê (PJAK) ku wek baskê PKKê li Rojhilatê Kurdistanê tê naskirin, ragihand ku êrişa li dijî xala kontrolê ya navbera Seqiz û Banê ji aliyê wan ve hatiye kirin.

Roja 10ê vê mehê, xala kontrolê ya navbera bajarên Seqiz û Banê yên Rojhilatê Kurdistanê rastî êrişa çekdarî hatibû û di bûyerê de efserkî kurd ê Îranê hatibû kuştin û yek jî birîndar bibû.

Baskê jinan yê PJAKê di daxuyaniyekê de ragihandiye ku ew êriş ji aliyê şervanên wan ve hatiye kirin û îdia kiriye ku di wê bûyerê de 2 polîsên Îranê hatine kuştin û yek jî birîndar bûye.

Di daxuyaniyê de hatiye gotin ku ew êriş wek hişyariyek ji bo Îranê bûye ku eger li ser serkutkirina xelkê Rojhilat rijd û berdewam be dê hîn tûjtir bersiva wê rêjîmê bê dayîn.

Lê li gorî hinek malperên Rojhilatî, ew êriş ji aliyê kesekî wê deverê ve hatiye kirin, sedema wê jî ew bûye ku wî mirovî xwestiye tiştên qaçax ji wir re derbas bike lê wê xala kontrolê nehîştiye ji ber wê jî wî êrişî wê xalê kiriye.

Hat gotin ku ew polîsê ku di wê êrişê de hatiye kuştin, navê wî Yasîn Xedîcî û xelkê bajarê Banê bûye. Piştî ku zanîngeh qedandiye ji bo derbaskirina heyama leşkeriya xwe çûye wir.

Rudaw
Top