• Wednesday, 18 February 2026
logo

Kalkan: Tirkiyê dixwaze êrîşî Îraqê bike

Kalkan: Tirkiyê dixwaze êrîşî Îraqê bike
Heger Eniya Elnusra êrîşî Efrînê bikin, ew dê bi fermana Serokê Tirkiyê be.

Endamê Konseya Rêvebir yê Koma Civakên Kurdistanê(KCK)ê “Dûran Kalkan” ragihand: “Dengeyek heye ku Tirkiyê derbasî axa Sûriyê bibe, Ez jî zaniyariyekê ji were radighînim ku Tirkiyê amadekariya xwe dike ku derbasî çend deverekî Îraqê bibe û heger raya giştî helwêstekê beramber Partiya Dad û keşepêdan (AKP)ê negre dê qonaxek nû ji şer dest pê bike”

Dûran Kalkan di hevdîtinekê de l geli “Nûçe TV” got jî: “AKPê li Bakurê Kurdistanê dawî bi qonaxa agirbestê aniye û afxaftinên Erdogan jî bi tenê ne ji bo bangeşeya bo hilbijartina ne, belkî qonaxekî nû ye ji destpêkirina şer û diyare piştî hilbijartinan li Bakurê Kurdistanê dê Şer dest pêbike”

Herwiha eşkere jî kir: “Tirkiyê leşker û tankên xwe li ser sînorê Sûriyê amade dikir û hegr ne ji raya giştî ba niha êrîşa wê li ser Sûriyê encam jî dabû, Tirkiyê di riya “Enya Elnusra” destwêranê di Sûriyê de dike û heger ew êrîşî ser Efrînê li Rojavayê Kurdistanê bike dê bi fermana Receb Teyb Erdogan be”

Kalkan behsa êrîşa Tirkiyê bo ser Îraqê jî dike: “Tirkiya ne tenê dixwaze êrîşî Sûriyê bike, lê belê wê pilanek heye ku derbasî çend deverekî Îraqê jî bibe û ez vê zaniyariyê bo we dibêjim ku AKPê leşker û pêdawîstiyên leşkerî ji bo êrîşa ser Îraqê kom dike û dixwaze derbasî şerê navxweyî yê Îraqê bibe”

Dûran got jî: “Mislmanetiya AKPê mislmanetiya Mûawiya ye ku bi tenê berhemê wê Yezîd tîne holê”

Derbarê Îranê de Kalkan ragihand: “Îran dibêje em li dijî dewleta Mûawiya ne, lê belê wan dewletek wek ya Mûawiya avakirine”

Derbarê xwepêşandanên Mehebadê jî kalkan got: “Xelkê Mehebadê li dijî keltûra destdirêjiyê rabûne ser pê”

Basnews
Top