Çavkaniyek: Şîe projeya parçekirina Kerkûkê dane Îranê
Di hevpeyvînekê ligel televîzyona CNN a Amerîkî de, Necmedîn Kerîm, Kerkûkê bi “Iraqeke biçûk kirî” dide zanîn, li gor çavkaniyekê ji nava Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) jî, bihaneya Kerîm ji bo wê daxwazê ew e ku, bi wê rêyê dixwazin ereb û tirkmenan razî bikin.
Ji aliyek din ve, çavkaniyeke taybet îro, 12ê Gulanê, ji heftenameya Bas re ragihand ku, Serokê Encûmena Bilind a Islamî ya Iraqê Emar Hekîm, projeyeke ji bo parçekirina Kerkûkê radestî Îranê kiriye. Hekîm di wê projeya xwe de daxwaza perçekirina Kerkûkê bo du beş dike, beşek bo Şîe, ku dê bi parêzgeha Diyala ve bê girêdan, bi wê yekê jî dê pêgeha Şîeyan li wê parêzgeha Sinnî zêde bibe, beşê din jî yê kurdan be û bi Herêma Kurdistanê ve bê girêdan.
Çavkaniya Bas diyar kir jî ku, Îran bi rê projeyê razî bûye, bi mercekî ku dewleta kurdî pêk neyê û posta parêzgarê wê parêzgehê jî di dest YNK de bimîne.
Serokê Encûmena Parêzgeha Kerkûkê Rêbwar Talebanî ji Bas re amaje kir ku, xelkên Kerkûkê bi rêya referandûmê dê çarenivîsa xwe diyar bikin, ne ji mafê kesekî ye ku herêmê bike du parçe û wiha berdewam kir: “Paştirên rêya çareseriyê, encamdana referandûmê ye, em jî ligel wê yekê ne ku ew navçe vegerin ser bi Herêma Kurdistanê ve.”
Basnews
