Civîna wezareta pêşmerge û hevpeymanan
Li Hewlêrê civîna heftane ya wezareta pêşmerge û hêzên hevpeyman hate sazkirin.
Duh li Hewlêrê bi beşdariya berpirsên wezareta pêşmerge û nunerên welatên endam di hevpeymaniya cîhanî de, civîna heftane ya hevpar hate sazkirin.
Di destpêka civîna han de berpirsên wezareta pêşmerge bi awayekî berfire behsa rewşa hêzên pêşmerge û rewşa meydanî ya eniyên şerê dijî terorîstên DIŞIê kirin û tekez li ser vê yekê kirin ku vê hêzên pêşmerge êrîşên xwe yên li dijî terorîstên DIŞIê bidomînin heta ku ev terorîstên han werin jinavbirin.
Pişt re komîteya hevbeş ya operasiyonan raporta xwe pêşkêş kir û behsa tevahiya pêşhat û bûyer û rewşa tevahiya eniyên şer hate kirin.
Di beşeke din ya civînê de hêzên hevpeyman jî tekez li ser dom kirina hevkarî û piştgîriyên xwe bo hêzên pêşmerge kirin û eşkere kirin ku hevkarî û hemahengiyên wan yên li gel hêzên pêşmerge jî di her warî de berdewam dibin.
