• Wednesday, 18 February 2026
logo

Başûrê Kerkûkê; Fermandeyek û 2 Pêşmerge îro şehîd bûn

Başûrê Kerkûkê; Fermandeyek û 2 Pêşmerge îro şehîd bûn
Îro sêşembe di encama teqîna bombekê li gundê Etşane ya ser bi qezaya Daqoqê ya li başûrê parêzgeha Kerkûkê feramndeyekî Pêşmege şehîd bû.


Îro di encama teqîna bombekê de li navçeya Daqoq a li parêzgeha Kerkûkê, fermandeyekî Pêşmerge û 2 Pêşmerge şehîd bûn.

Li gor pêzanînan, îro sêşembe li gundê Etşane ya ser bi qeza ya Daqoqê ve bombeke çandî bi hêzên Pêşmerge yên Kurdistanê de teqiya û di encam de fermandeyê lîwaya 118 a Balek, lîwa Selah Dîlmanî û 2 pêşmergeyên din şehîd bûn, ku yek ji wan berpirsê pasevanên wî ye.

Herwiha di encama teqînê de 4 Pêşmergeyên din jî birîndar bûne.

Li gor zanyariyan, duh şev çekdarên rêxistina terorîstiya DAIŞê karîne biçine nava gundê Etşane ku di bin kontrola hêzên Pêşmerge de ye û Bêleke mekanîkî ya hêza Pêşmerge teqandine, îro jî fermande lîwa Selah Dîlmanî bo dîtina deverê û wergirtina pêzanînan li ser bûyerê, serdana deverê kiriye, ku ew bomb bi otomobîlên wan ve teqiyaye.
Top