Viktor Orban: Kurdistan xwedan bingeha serxwebûnê ye
Serokê Kurdistanê û Serokwezîrê Mecaristanê civiyan.
Duh Serokwezîrê Mecaristanê Viktor Orban li Budapest pêşwaziya Serokê Kurdistanê birêz Mesûd Barzanî û heyeta pê re kir û piştî civînê jî Serok Barzanî û Orban di presskonferansekî de naveroka civîna han eşkere kirin û tekez li ser domandina peywendiyên navbera Kurdistan û Mecaristanê kirin.
Di presskonferansa han de Viktor Orban kêyfxweşiya xwe ya li hember serdana Serok Barzanî û Mecaristanê diyar kir û balkêşande ser pêgeha girîng ya Kurdistanê a li deverê de.
Orban herwiha eşkere kir ku gelê Mecaristanê xweşewîstî û rêzeke taybet bo Kurdistanê heye û gelê Kurd agehdarê hevkariyên serbazî û hevkariyên din yên Mecaristanê ye bo Kurdistanê û Mecaristan piştgîriya wan gelan dike ku hewl bo bidestxistina mafên xwe û serbixweyiya xwe didin û em li ser vê esasê jî piştgîriya Kurdistanê dikin.
Orban eşkere kir ku li Kurdistanê de çendîn bingeh û xalên serekî hene ku rê xweş dikin daku Kurdistan serbixwe bibe û bibe xwedan roleke girîng li cîhanê de û niha jî her çend ku Kurdistan ne serbixweye lêbelê bi nuneratiya cîhanê şerê dijî terorê dike.
Li hember de jî Serok Barzanî spasiya hevkariyên leşkerî û însanî yên Mecaristanê kir û tekez li ser hevkarî û hemahengiya zêdetir ya di navbera Kurdistan û Mecaristanê de kir.
Derbarê peymana navbera Hewlêr û Bexdayê û qerizên kompaniyên biyanî de jî Serok Barzanî got: Em rêz ji peymana han digirin û heta niha jî bi başî me ew peymana han cîhbicîh kiriye lêbelê Bexda hîn jî parê me yê ji bûdceyê neşandiye lewre em bi têgehêştina Bexdayê ji vê peymanê nekêyfxweşin, em dixwazin weke ku me jê fêm kiriye were cîhbicîhkirin.
Derbarê qerizên kompaniyên ku di kerta petrolê de kar kirine Serok Barzanî got: Lazime Bexda pere bişîne daku em jî qerizên wan kompaniyan bidin û eger Bexda pere rê neke vê demê emê raste rast petrola xwe bifiroşin û qerizên wan kompaniyan bidin.
