• Wednesday, 18 February 2026
logo

YPG: 7 gund hatin rizgarkirin

YPG: 7 gund hatin rizgarkirin
Yekîneyên Parastina Gel (YPG) ragihand, di navbera bajarên Til Temir û Hesekê yên Rojavayê Kurdistanê de 7 gund hatine rizgarkirin, her wiha 29 çekdarên DAIŞê jî hatine kuştin.

Malperên nêzîkî YPG û PYDê eşkere kirin ku şervanên YPGê îro di navbera Til Temir û Hesekê de piştî şer û pevçûnên giran bi çekdarên DAIŞê re karîne 7 gundan rizgar bikin ku herî dawî gundê Xanatê hatiye rizgarkirin.

Li gorî nûçeyan, di şer û pevçûnên îro de 29 çekdarên DAIŞê hatine kuştin û 7 şervanên YPGê jî şehîd bûne.

Her wiha hat gotin ku gellek çek û cebilxaneya DAIŞê jî ketiye destê şervanên YPGê.

Rudaw
Top